Li Efrînê zarokek hate qetilkirin
Leşkerên dagirkerên Tirk li ser xeta sînor a Efrînê zarokê bi navê Cûma El-Hemed qetil kirin.
Leşkerên dagirkerên Tirk li ser xeta sînor a Efrînê zarokê bi navê Cûma El-Hemed qetil kirin.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, li ser xeta sînor a Efrîna di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wan de, Hesen Cûma El-Hemedê 16 salî hate qetilkirin.
Çavkaniyan diyar kirin ku komek sivîlên ku xwestîn ji Efrînê derbazî Tirkiyê bibin leşkerên Tirkiyê gule berdane wan û li vir Hesen hatiye qetilkirin.
Agahiyek di derbarê sivîlên din de ne hate bidestxistin.