Li Efrînê mayîn teqiya

Li navçeya Şerawa ya Efrînê di navbera gundên Basûfane û Bûrc Heyderê de mayîn teqiya. Di teqînê de sivîlek mir û 4 sivîl jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine stendin, li navçeya Şerawayê di navbera gundên Basûfane û Bûrc Heyderê de dema ku traktor derbas dibû, teqînek pêk hat. Di teqînê de ajovanê traktorê birîndar bû.

Hate ragihandin ku gundiyan dema xwestin ajovanê traktorê yê birîndar bibin nexweşxaneyê, li ser rêya gundê Basûfanê mayîneke din jî teqiya. Hate diyarkirin ku di teqîna duyemîn de sivîlê bi navê Ehmed Xelîl Elo jiyana xwe ji dest daye û 3 sivîlên din jî birîndar bûne.