Li Efrînê hovîtiya TC’ê: Bi wesayîta leşkerî pê li sivîlekê kir

Li Efrîn a di bin dagirkeriya Tirk de ye, bi wesayîteke leşkerî pê li keseke sivîl kir û ew giran birîndar kir.

Artêşa Tirk a dagirker sûcên xwe yên li dijî sivîlan li Efrînê zêde kirin. Dagirkeriya Tirk li navçeya Cindirêsê bi zanebûn bi wesayîteke leşkerî pê li şêniyekî kir û yekî din jî revand.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriyê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker di 9`ê Cotmehê de li navçeya Cinidirêsê bi wesayîteke leşkerî pê li şêniyê bi navê Idrîs Henan Hesen kir, di encamê de hestiyên ling û destên wî şikestin.

Rêxistinê destnîşan kir ku leşkeran bi zanabûn pê li sivîlan kiriye. Rêxistinê da zanîn ku Idrîs Hesen li kolana 16’an a li rojavayê bajarê Cindirêsê dimîne û ji şêniyên gundê Miskê yê navçeyê ye.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, şêniyan Idrîs Hesen bi lez rakir nexweşxaneya bajêr. Niha Idrîs Hesen li malê tê dermankirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriyê da xuyakirin ku çeteyên Feyleq El-Şam a girêdayî artêşa Tirk a dagirker di 10`ê Cotmehê de şêniyê bi navê Xelîl Picalê ji mala wî ya li navenda navçeya Cindirêsê revand û heta niha ҫaranûsa wî ne diyar e.