Li Efrînê dewleta Tirk û çeteyên wê goristanan hildiweşînin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê goristanên Elewî û Êzidiyan hilweşand, gelek sivîl jî revandin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê beriya 4 rojan li gundê Hepo yê navçeya Mabeta a Efrînê Mihemed Egîd Sîdî û kurmamê wî Necah Egîd ji aliyê çeteyan ve hatin revandin. Dîsan agahî ji Emîn Amar ê 22 salî û Beşar Kemal Hisên Mistefa yên beriya 4 rojan li gundê Mesê ya navçeya Raco hatibûn revandin, nayê stendin.

NAVENDÊN MUZÎKÊ DI HEFEDA WAN DE NE

Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê 6 peymangehên muzîkê yên li bajarê Efrînê û navçeya Cindirêsê yên bi navên Darsaz, Awaz, Adîk, Arya, Aslan û Art girtine. Her wiha gerînendeyê Peymangeha Arya ya muzîkê Mihemed Abdulrehman li navçeya Cindirêsê beriya 15`e rojan revandin û heta niha çarenûsa wî ne diyar e.

MALÊN SIVÎLAN DESTESER DIKIN

Piştî ku çeteyan sivîl direvandin da ku malên wan ji çeteyan re vala bikin, siyaseta metirsiyê li dijî sivîlan pêk dianîn. Nimûneya vê yekê jî; çeteyan gef li hemwelatiyê bi navê Îsa Ednan dixwarin da ku mala xwe ya ku li kolana El-Vêlat ji çeteyan re vala bike. Tê zanîn ku çeteyan mala bavê Îsa Ednan jî ji beriya salekê desteser kiriye.

Tevî ku endamên ENKS`ê ajanên dagirkeriya Tirkiyê ne û beşdarî kiryarên wêrankirinên ku çeteyan li dijî sivîlan pêk dianîn bûne, lê çeteyan endamekî wan jî dane revandin. dagirkeriya Tirkiyê endamê ENKS`ê Hisên Îbiş ku ji gundê Xirbê ye, ji 31`ê Adara derbasbûyî ve girtiye û hîn jî çarenûsa wî ne diyar e. Ev yek jî piştî girtina endamê meclisê li bajarê Efrînê Mihemd Alî Rîda bi çend hefteyan bû, paşê bi pereyan hate berdan.

GORISTANÊN ELEWÎ Û ÊZIDIYAN HATIN HILWEŞANDIN

Dagirkeran zêdetirî 20 goristanên Êzidî û Elewiyan ên li Efrînê wêran kir. Li navçeya Mabeta li Goristana Yexmûr Dada ji aliyê çeteyan ve hatiye kolandin.