Li Efrînê 8 sivîlên din hatin revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Mabata ya Efrînê malên sivîlan şewitandin û 8 sivîl revandin.

Êrîşên dijî mirovahiyê yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gelê Efrînê didomin. Artêşa Tirk a dagirker duh seat 16:00’an de agir berdan herêma rezên tirî yên navçeya Mabata ya Efrînê. Li navçeyê 15 mal ji aliyê leşkerên Tirk û çeteyan ve hatin şewitandin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî ku mal şewitandin li navçeyê 8 sivî revandin. Diyar bû di nava kesên hatine revandin de jina ciwan a bi navê Fatma Esed Remedan (22) û bavê wê Esed Mihemed Remedan (50) e û nasnameya kesên din nehate zanîn.