Li Efrînê 8 çeteyên Enqerê hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir ku li navçeya Cindirês û navenda Efrînê di encama çalakiyên şervanan wan de 8 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî çalakiyên şervanên wan ên li navçeya Cindirês û navenda Efrînê daxuayniyek nivîskî weşand. YPG’ê diyar kir ku di çalakiyan de 8 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin.

YPG’ê diyar kir ku şervanên wan di çarçoveya pêngava duyemîn ya Berxwedana Serdemê li Efrîn’ê hêzên wan  li hember artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên wê çalakî pêk anîne.

YPG’ê got; “Yekîneya tolhildanê ya Şehîd Dilsoz, roja 8’ê Mijdarê  li gundê Mihemediyê ya ser bi Cindirêsê ve li hember komeke çeteyên Feylaq Şam çalakiyek bi bandor pêk anîn. Di encama çalakiyê de 3 çeteyên vê komê û 2 endamên koma çete ya ku weke polîsên leşkerî kar dikirin hatin kuştin. Herwiha 6 çete jî brîndar bûn.”

YPG’ê ragihandin ku heman rojê yekîneya tolhildanê ya şehîd Rûsyar li navenda bajarê Efrîn’ê li dijî komek çeteyên Sûltan Mûrad yên ser bi serçete Ebû Leys ve çalakiyek bi bandor pêk anîn. Di encama çalakiyê de 3 çete hatin kuştin û 4 çete brîndar bûn.