Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Li Efrînê 4 kes hatin revandin

Çeteyên Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 4 kes revandin.

MÎT’a Tirk li gundê Kêla yê navçeya Bilbil a Efrînê 3 kes revandin. Navên kesên hatine revendin wiha ne: “Îbrahîm Menan Dawûd, Mihemed Esmet Şêxo û Mihemed Selah Hisên (30).“

Li aliyê din jî li gundê Şêxûtka yê navçeya Mabeta jina bi navê Ferîde Ebdo ji aliyê çeteyên Polîsên Sivîl ên MÎT′a Tirk ve hat revandin.

Nehat zanîn ku kesên hatine revandin ber bi kûderê ve birîne.