Li Efrînê 4 çete hatin kuştin

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihand, hêzên wan li Efrînê çalakî pêk anîne û 4 çete hatine kuştin, 5 çete jî birîndar bûne.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, danê êvarê li navenda bajarê Efrînê hêzên wan çalakiyeke bombeyî kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hêzên me li Efrînê û bakurê Sûriyeyê, ji bo tola şehîdên Efrînê hilînin û hesabê sûcên ku dagirkeran li dijî gelê me kirine bipirsin, çalakiyên xwe yên li dijî leşkerên dewleta Tirk û komên wê yên çete didomînin.

Hêzên me 7'ê Nîsana 2019'an li kolana Marata ya navenda bajarê Efrînê li dijî çeteyên Ehrar El-Şerqiyê çalakiyeke sabotajê kirin. Di çalakiyê de 4 çete hatin kuştin, 5 çete jî birîndar bûn.

Em careke din soz didin ku çalakiyên xwe yên li dijî çeteyan bidomînin û diyar dikin, ji bo rizgarkirina Efrînê ji çeteyan ji bilî mezinkirina çalakiyan rêyeke din li pêşiya me nîne."