Kiyar û binpêkirinên mafê mirovan ên mîna revandin, destgîrkirin, girtin, dest dirêjî-destavêtin, dizî û talana li Efrîn û herêmên di bin dagirkeriya dewlata Tirk û çeteyên wê de ye bê navber dewam dikin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyêh xwecihî hatine girtin, îstixbarata dewleta Tirk û bi alîkariya qaşo "polîsên sivîl" ên girêdayî wan 4 sivîl ji gundê Avrazê û navenda navçeya Mabata revandin.
Li gorî çavdêriyê navên kesên revandî wiha ne: Firat Ehmed, Zozan Misto Kibik, Ebd El-Mutelêb Mehî El-Dîn Şêx Neasan û Hesen Îbşano ne.
Çavkaniyan ragihand ku îstixbarata dewleta Tirk kesên revandî ber bi cihekî nediyar ve birin.
Di heman çarçoveyê de Saziya Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê diyar kir ku muxtarê gundê Îkîdamê ya navçeya Şera Nebî Omer ji hêla îstixbarata dewleta Tirk hat revandin û ew jî ber bi cihekî nediyar ve birin.