Li Dirbêsiyê tabûra ‘Şehîd Rojvan’ hate avakirin
Di çarçoveya bersivdana seferberiya giştî ya ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û QSDˋê ragihandiye de şêniyên Komîna Şehîd Doran a bajarê Dirbêsiyê bi navê şehîd Rojvan tabûrek ava kir.
Di çarçoveya bersivdana seferberiya giştî ya ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û QSDˋê ragihandiye de şêniyên Komîna Şehîd Doran a bajarê Dirbêsiyê bi navê şehîd Rojvan tabûrek ava kir.
Şêniyên Komîna Şehîd Doran a bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê di çarçoveya bersivandina seferberiya giştî de ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ragihandiye, tabûra şehîd Rojvan ava kir û tev li Hêzên Parastina Cewherî (HPC) bû.
Şêniya bi navê Fadiye Şêxo daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, binesazî û şêniyên wê dike hedef. Êrîşên wê bi armanca koçberkirina pêkhateyên herêmê û gelê Kurd e."
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di çarçoveya bersivandina seferberiya Rêveberiya Xweser a ku ji bo parastina bajar û gundan ragihandiye de, şêniyan tabûra Şehîd Rojvan ji bo piştgiriya QSDˋê bikin, bajar û gundên xwe biparêzin, ava kir.
Di daxuyaniyê de bang li şêniyan û ciwanan hate kirin ku li gorî pêvajoyê xwe birêxistin bikin û li hember êrîşên dewleta Tirk têkoşînê mezin bikin.