Li dijî êrîşên dagirkeriyê kampanya îmzeyan a navneteweyî destpê kir
Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di asta navneteweyî de kampanyayeke îmzeyan hate destpêkirin.
Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di asta navneteweyî de kampanyayeke îmzeyan hate destpêkirin.
Kampanya îmzeyan bi pêşengiya 'Platforma Dîplomasiya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê' hate destpêkirin û ji gelek welatan rêxistinên civakî yên sivîl û demokratîk hevkariyê pê re dikin.
Kampanya bi dirûşma 'Banga lezgîn a çalakiyê: Li ber şerê li dijî mirovahiyê yê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rabe' di 7'ê Cotmehê de hate destpêkirin. Ji bo kampanyayê metnên bi zimanên Îngilîzî, Spanî û Portekîzî hatin amadekirin.
Di metna kampanyayê de bang li hêz û saziyên navneteweyî hate kirin ku li ber êrîşan rabin û bi lez gavê biavêjin.
Di çarçoveya îmzeyên kolektîf ên li kampanyayê de 34 rêxistin, tevger û saziyên mafên mirovan ên li welatên Spanya, Brezîlya, Meksîka, Şîlî, Kolombiya, Hindistan, Çîn, DYE, Elmanya, Îngilistan û Iraqê tevlî bûn. Îmzeyên şexsî jî zêde dibin.
Li gorî agahiyên ji 'Platforma Dîplomasiya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê' hatin wergirtin, dema bidawîbûna kampanyayê nehatiye diyarkirin.
Îmzeyên bêne komkirin wê piştre ji Neteweyên Yekbûyî, Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya Laheyê û saziyên din ên navneteweyî re bêne şandin.