Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, gelê Şehbayê li hêviya QSD'ê ye

Di ser dagirkeriya dewleta Tirk a li herêma Şehbayê ya li Bakurê Sûriyeyê re salek derbas bû. Dewleta Tirk a dagirker, roja 24'ê Tebaxa 2016'an ji Cerablûsê dest bi dagirkirinê kiribû û heta Exterîn, Raî, Mare, Ezaz û Babê dor li xwe fireh kiribû.

Mûhammed Xidro ku gundê wan dagirkirî ye got, "Gelê me yê li wê derê haya xwe ji dagirkeriya dewleta Tirk heye û li benda QSD'ê ye."

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclîsa Rêveber a Kantona Şehbayê Mûhammed Xidro, yek ji mirovên ji herêma Şehbayê ye ku hewl dide bibe dengê welatiyên xwe. Gundê wî ku ser bi Raî ye, hatiye dagirkirin. Li Şehba ya azad ji bo tevahiya Şehbayê dixebite. Xidro agahiyên ji mirovên ji wir koç kirine jê re hatine ragihandin, bi ajansa me re par ve kir û careke din rûyê faşîst û dagirker ê dewleta Tirk li herêma Şehbayê raxist pêş çavan. Li gorî gotinên Xidro, dagirkeriya dewleta Tirk a salekê ya li herêma Şehbayê wiha ye:

YA KU ARTÊŞA AZAD JÊ RE DIBÊJIN, ÎSTÎXBARATA TIRK E

Bû salek ku dewleta Tirk ji Cerablûsê ketiye herêmê. Di navbera dewleta Tirk û DAIŞ'ê de peymanek hebû. Dema ku dewleta Tirk kete nava Cerablûsê, DAIŞ'ê kincê xwe guherand û bû artêşa azad. DAIŞ'ê ji Cerablûse heta Ezazê gund yek bi yek radestî dewleta Tirk kir. Ji ber ku di navbera wan de peymaneke mezin heye.

Piştî Ezazê dor hate Mercîdabikê. Tirkiyeyê şerê Mercîdabikê gelekî nepixand. DAIŞ'ê jî daxuyanî da û got, "Li Dabikê em ê li hemberî leşkerên Tirk, li hemberî Tirkiyeyê şer bikin." Mercîdabik ji bo dewleta Tirk cihekî dîrokî ye. Ji ber ku Osmanî yekemcar ji vê axê kete nava herêmê. Lê belê DAIŞ'ê Dabik bi destê xwe teslîmî Tirkiyeyê kir. Ji Dabikê heta Babê herêm radestî Tirkiyeyê kir.

Ji Cerablûsê heta Ezazê yên li herêmê ne, hemû endamên îstîxbarata Tirk in. Gelê li wir dibêje, 'Ev hemû bi Tirkî diaxivin'. Ev tiştekî ecêb e. Eşkere ye ku personelên Tirk in. Endamên DAIŞ'ê yên li wir jî bi Tirkî diaxivîn. Yên di bin navê artêşa azad de hatin jî bi Tirkî diaxivîn.

SÛLTAN MÛRAD MALÊ TIRKAN E

Nêzîkatiya niha ya li jinan, mîna ya dema DAIŞ'ê ye. Niha jî titşekî cuda nîne. Niha, di dema çeteyên Tirk de ji bo pereyan gelek mirov tên revandin. Bi gotina "Tirkiye hatiye vir û Tirkiye hêzeke gelekî mezin e" ji bo Tirkiyeyê propagandayeke mezin tê kirin. Yê vê dike jî rêxistina çete ya bi navê Sûltan Mûrad e. Sûltan Mûrad ji xwe îstîxbarata Tirk bi xwe ye.

Ev koma çete, koma çete ya lêdanê ya dewleta Tirk e. Dixwaze komên din ên artêşa azad jî ji bo xe bixebitîne. Zextê li gel dike, jinan direvîne.

GUNDÊN KURDAN HATIN TALANKIRIN

Dewleta Tirk çawa ku kete nava herêma Şehbayê, gundên Kurdan ên li wê derê talan kir. Bi tank û topan gundên li wir hilweşand. Gundên Kurdan ên weke Duden, Karagoz, Çobanbey, Til Şaîl, Sosîmbat, Şawa, Kîbbesîn, bi zanebûn xera kirin. Mirovên ji wê derê hatin cem me gotin, 'Tiştekî bi hin gundên Tirkmenan nakin. Her wiha gundên Erebên ne bi wan re ne jî bi heman rengî dikin. Lê herî zêde vê yekê li gundên Kurdan dikin'. yanî hewl didin demografiya li wir biguherînin. Li gundê Dudenê, bi qasî ku min bihîstiye kevir li ser kevir nehiştine.

Wekî din, li hin gundên Kurdan mirovan ji malên wan ên nehatine xerakirin derdixînin û bi zorê dest datînin ser malên wan. Çeteyên xwe yên ji Hûmsê, ji Hamayê anîne li van xaniyan bi cih dikin. 

DIXWAZIN MÎNA SKENDERÛNÊ LÊ BIKIN

Ezaz, Cerablûs û Bab ji xwe ji aliyê Kîlîs û Dîlokê ve tên birêvebirin. Cihên ku dagir kirine, bi dewleta Tirk ve girê dane. Ev yek dagirkerî ye. Hewl didin bikin Skenderûna duyemîn. Çawa ku Skenderûn bi temamî bi xwe ve girê dan, dixwazin Ezaz, Cerablûs, Babê jî weke Skenderûneke duyemîn bi xwe ve girê bidin. Bi valakirina gundan, koçberkirin, kirîna zeviyan, revandina jinan û fîdyeyê dixwazin gel bi temamî ji wir derxînin.

HEWLDANÊN JI BO TIRKKIRINÊ

Ji Cerablûsê heta Bab û Ezazê dibistanan çêdikin. Hemû jî bi Tirkiyeyê ve girêdayî ne. Dewleta Tirk îdeolojiya xwe li van dibistanan dide hînkirin. Li dibistanan, li nexweşxaneyan, li her cihî ala Tirkan heye.

GEL LI BENDA QSD'Ê YE

Gelê li herêmên dagirkirî yên Şehbayê dijî, dikeve bin bandora avabûna rêveberiya azad û rêxistinbûna federasyonê li Şehba Azad. Mirovên dibînin ku li vir demokrasî serdest e, bangê li QSD'ê dikin: 'Werin me ji dagirkeriya Tirkan rizgar bikin. Em welatiyên Sûriyeyê ne, lê belê Tirkiyeyê welatê me dagir kiriye'. Gel bang dike. Her kes li benda QSD'ê ye.