‘Li dijî AKP a dagirker li Kolnê werin ba hev’

Komîteya Bawerî û Gelan a Mezopotamya, li dijî êrîşên dagirker û qirker ên dewleta Tirk banga roja Pêncşemê li Kolnê bên ba hev kirin.

Komîteya Bawerî û Gelan a Mezopotamya ku li ser navê NAV-YEK, CÎK, Yekîtiya Asûrî-Sûryan û FEDA’yê daxuyaniyek nivîskî da, got: “Dewleta Tirk û AKP a ku ol û baweriyê ji bo armancên xwe yên desthilatiyê bikar tîne, çekên li gelemperiya cîhanê qedexekirî bikar tîne û li ser xakên ku ne yên wan in, hesaban dike. AKP a ku li ser xwîna mezlûman, êş û qetlîaman siyasetê dike, gel neçar dike ku li ser warên xwe koç bikin, kesên li ber wan serî netewîne êrîşî wan dike.

BANG

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Roj roja edalet, parastina wekhevî û dengê mezlûman bigihînin tevahî dinê ye.” û ev bang hate kirin:

Bang li her kesê dikin ku roja Pêncşemê saet 17:00’an tevlî mîtîna ku wê li pêşiya Dêra Dom a Kolnê bibin.”