Li Dêrazorê salvegera Şoreşa Rojava hat pîrozkirin
Li Dêrazorê salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava hat pîrozkirin.
Li Dêrazorê salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava hat pîrozkirin.
Bi boneya salvegera 11'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê, Meclîsa Sivîl a Herêma Rojhilat a Dêrazorê û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê şahiyek li dar xist. Endamên saziyên sivîl û leşkerî, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan û bi sedan şêniyên gundewarên rojhilatê Dêraozêr beşdarî şahiyê bûn.
Di şahiyê de rêveberê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarokê Hecînê Rakan Firêh axivî û salvegera şoreşê li malbatên şehîdan pîroz kir.
Bi navê şêniyên gundewarên rojhilat ê Dêraozrê hevserokê Meclîsa Sivîl a Herêma Rojhilat a Dêrazorê Siûdî El Xedban jî daxuyanî xwend.
El Xedban anî ziman ku Şoreşa Rojava ji şoreşên dîtir cuda ye û got: "Şoreşa Rojava şoreşa têgîn, nirx û rêgezan e, ku ji destpêka derketina modernîteya kapîtalîzmê cîhanê dev jê berdaye. Çirûska oreşa pîroz li Kobanê pêket û wek pêtên agir li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûn.”
El Xedban diyar kir ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê rewşeke nû li Rojhilata Navîn a ku jêdera şaristanî, ol û çandên cuda ye, afirand.
Piştî axaftinan, şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.