Li Dêrazorê êrîşa li dijî Îranê. Yek jê berpirsyar 9 kes mirin

Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) li rojhilatê Sûriyeyê nîvê şevê êrîş li ser çeperên komên çekdar ên alîgirê Îranê hate kirin û di encamê de yek jê rayedar herî kêm 9 kes mirin, 20 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya SOHR'ê de hate gotin, "Li herêma Dêrazorê di êrîşên li ser vîlayekê de ku weke navenda ragihandinê dihate bikaranîn, yek jê rêveber 9 şervanên alîgirê Îranê mirin, zêdeyî 20 kes jî birîndar bûn."

Di daxuyaniyê de li ser berpirsyarê êrîşê agahî nehate dayin. Medya ser bi hikumeta Şamê ve jî bêyî ku agahiyên berfireh bide diyar kir ku li rjohilatê welêt "Êrîşa Emerîkayê" hatiye kirin.

Ji sala 2011'an dema destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê û vir ve Îsraîlê bi sedan caran êrîş bir ser Hîzbûllah a Lubnanê û komên alîgirê Îranê yên li nêzî Şamê. Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê jî li rojhilatê Sûriyeyê êrîş bir ser komên alîgirê Îranê.

Li gorî SOHR'ê çend saet beriya êrîşa roja Sêşemê, balafireke kargo ku barê xwe ekîpmanê teknîkî û endamên Muxafizên Şoreşê yên Îranê bû ji Şamê xwe li Dêrazorê danî.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku vîla li Dêrazorê ya bi temamî hate hilweşandin di destê Muxafizên Şoreşê de bû.

Êrîşên bi heman rengî di meha Sibatê de hatibû kirin û herî kêm 29 'şervanên alîgirê Îranê' hatibûn kuştin.

Êrîş piştî êrîşa 28'ê Çileyê ya li ser baregeha Emerîkî ya li Urdunê ya li nêzî sînorê Sûriye û Iraqê hatibû kirin ku di encamê de sê leşkerên Emerîkî hatibûn kuştin. Washîngtonê komên alîgirê Îranê weke berpirsyarê êrîşê nîşan dabû.