Li Dêrazorê 7 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê ragihand ku di operasyoneke hevbeş li gel hêzên Koalîsyona Navneteweyî de 7 çeteyên DAÎŞ’ê li rojhilatê Dêrazorê girtine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê ragihand ku di operasyoneke hevbeş li gel hêzên Koalîsyona Navneteweyî de 7 çeteyên DAÎŞ’ê li rojhilatê Dêrazorê girtine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî operasyonê daxuyaniyek weşand û ev agahî parve kirin: “Di çarçoveya operasyonên domdar ên li dijî şaneyên DAÎŞ`ê Yekîneyên Têkoşîna li dijî Terorê (YAT), QSD, Koalîsyona Navneteweyî de duh operasyoneke ewlehiyê li bajarokê El Şihîl ê rojhilatê Dêrazorê li dar xist.
Hêzên hewayî tev li operasyonê bûn ku ser mala şaneyeke DAÎŞ`ê de girt. Di wê operasyonê de 7 çeteyên terorîst girtin. Destê wan çeteyan di hedefgirtina hêzên me û sivîlan li herêmê de hene. Her wiha çek, cebilxane ji rêxistina DAÎŞ`ê re peyda dikin û şaneyan fînanse dikin. Bûyerên li Dêrazorê ku di Îlonê de rû dane bi kar anîn û êrîşên terorîst kirin.
Hêzên me destnîşan dike ku têkoşîna wê li dijî DAÎŞ`ê berdewam e ta ku wê tune bike û ewlehiya herêmê dabîn dike.”