Li Dêrazor û Şedadê li dijî dagirkeriyê seferberî

Li ser banga rûspî û şêxên li Dêrazor û Şedadê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker seferberî hate destpêkirin û bi dehan ciwanan peywir stendin.

Rûspî û şêxên li Dêrazor û Şedadê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker bang li ciwanan kir.

Bi dehan ciwanan li hemberî vê bangê rahiştin çekê. Ciwanê bi navê Ela Xelef got ku “Dewleta Tirk a dagirker bêyî ku ferqê têxe navbera mirovan, sivîlan qetil dike. Li Serêkaniyê û Girê Spî delîlên vî tiştî hene. Bi sed hezaran mirovan koç kirin û gelek zarok û jin hatin qetilkirin. Ji bo ku em li hemberî dewleta Tirk a dagirker şer bikin em bi QSD’ê re ne.”

Ciwanê bi avê Husên Denho jî diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker qetlîam e û got ku “Ji bo ku li dijî vê qetlîamê derkevin, divê hemû kes tevlî nav vê seferberiyê bibin.”