Li Dêra Zorê şaneyeke DAÎŞ’ê hate girtin

Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê bi operasyonekê şaneyeke DAÎŞ’ê girt.

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zor Ebû Leys Xeşam ragihand ku li bajarokê Bîsêra ya Dêra Zorê li dijî şaneyeke DAÎŞ’ê operasyonek kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ya ku daxuyaniya Xeşam par ve kir, ragihand piştî ku wan agahiyên îstixbaretî girtin û şûnde li dijî şaneyê operasyonek kiriye û şane girtiye.

Li gorî daxuyaniyê di vê operayonê de rêjeyek cek û cebilxane jî desteserkirine.