Li Dêra Zorê bi dehan çete hatin girtin

Di operasyona Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê ya li dijî DAIŞ’ê nepenî de gelek çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin û miqdarek cebilxane kete destê şervanan.

Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê li dijî çeteyên nepenî yên DAIŞ’ê operasyonek dabû destpêkirin û di operasyonê de gelek çete hatin girtin û miqdarek cebilxane hate desteserkirin.

Operasyona şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê heta niha didome û giraniya operasyonê li gundên Rez, Ziban, Şihel ên li nêzî peravên Çemê Firatê tê kirin. Li van gudan keleşnîkofeke, Brunû, xebilxane, cihazên wîfî, mayîn û motorsîkletên bombeyî ketin destê şervanan.

Li aliyê din bi dehan çeteyên nepenî yên DAIŞ'ê ji aliyê Meclîsa Leşkerî ve hatin girtin.