Li Cindirêsê şerekî dijwar diqewime
Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî navçeya Cindirêsê ya Efrînê kirin, şerekî giran li derdora navçeyê dest pê kir.
Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî navçeya Cindirêsê ya Efrînê kirin, şerekî giran li derdora navçeyê dest pê kir.
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, di navbera şervanên QSD'ê û leşker-çeteyên Tirk de li herêmê şerekî dijwar diqewime.
Balafirên şer ên Tirk danê sibehê bombe li herêmê barandibûn û piştre jî bi topan êrîş li herêmê hatibû kirin.
Ji 20'ê Çileyê dema destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ve nêzî 150 sivîl ji aliyê hêzên Tirk ve hatin kuştin.