Li Cindirêsê di navbera dagirkerên Tirk û YPG/YPJ'ê de şer derket
Artêşa Tirk a dagirker hewl da ji bejahî ve bikeve nava Cindirêsê. Şervanên YPG/YPJ'ê bi tundî dest li wan werdan.
Artêşa Tirk a dagirker hewl da ji bejahî ve bikeve nava Cindirêsê. Şervanên YPG/YPJ'ê bi tundî dest li wan werdan.
Artêşa Tirk a dagirker ku hewl da ji navçeya Reyhanli ya Hatayê ji bejahî ve bikeve nava navçeya Cindirêsê ya Efrînê, li destwerdana tund a şervanên YPG/YPJ'ê rast hat.
Li Cindirêsê di encama vî şerî de maşînên zirxî yên Tirk li pêşberî berxwedanê neçar man xwe vekişînin. Şervanên YPG/YPJ'ê jî leşkerên Tirk ên li herêmê man, xistin bin kontrola xwe.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, artêşa Tirk piştî topbarana bi obus û tankan, hewl da ji bejahî ve bikeve nava navçeya Cindêrêsê ya Efrînê. Li pêşberî berxwedana tund a şervanên YPG/YPJ'ê, maşînên zirxî yên artêşa Tirk a dagirker neçar man xwe vekişînin û leşkerên Tirk li naverastê man. Şervanên YPG/YPJ'ê ev leşker xistin bin kontrola xwe. Çalakiyên şervanên YPG/YPJ'ê yên li dijî leşkerên Tirk ên dagirker dewam dikin.
Li gundê Baliya yê li rojavayê navçeya Cindirêsê jî, leşkerên Tirk ên dagirker ku hewl didan bi pêş ve biçin, derbeke giran xwarin. Çavkaniyên YPG'ê diyar kirin ku li vê derê gelek leşkerên Tirk hatine kuştin, lê hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehate zelalkirin.
Artêşa Tirk a ku nekarî ji bejahî ve bikeve Bilbilê îro saet 9'an bi balafirên şer li girê Topal ê navçeyê xist.