Li çeteyên dixwestin êrîş bikin hate xistin

Şervanên QSD’ê li konvoyeke ya çeteyên DAÎŞ’ê yên li Dêra Zorê xistin, bi dehan çete hatin kuştin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, çeteyên DAÎŞ’ê hewl dan îro bi konvoyeke ji 20 wesayîtan pêk dihat êrîşî nuqteyên şervanên QSD’ê yên dikevin Bakûrê rojhilatê Hecînê bikin.

Şervanên QSD’ê û balafirên Koalîsyona Navneteweyî li konvoyê xistin, bi dehan çete hatin kuştin.

Heman çavkaniyê anî ziman ku şervanên QSD’ê pêşveçûna xwe ya ber bi Hecînê ve dewam dike. Her wiha bi dehan mayînên çeteyan yên li vî bajarokî hatine bicihkirin hatin bêbandorkirin.