Li Cerablûsê ya Tirkiye dagir kiriye êrîşek esmanî pêk hat

Li Cerablûs a di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye bi balafirên şer êrîşek pêk hat.

Li gorî nûçeya ANHA’yê ku agahî dispêre çavkaniyên xwecihî, balafireke şer a nayê zanîn bê ka girêdayî kîjan welatî ye, rojavayê navenda bajarê Cerablûs bombe kir.

Hate ragihandin ku tankerek petrolê ya nêzî gundê Emarne û nuqtekey firotina petrol ya gundeke Kûsayeyê hatiye hedefkirin.

Duh li rojavayê Idlibê li gundê Cakara ya herêma Selkîn a nêzî sînorê Tirkiyeyê ‘civîneke ya cîhadîstan’ hatibû hedefkirin. Fermandarên HTŞ’ê jî di nav de 15 çete hatibûn kuştin. Tê texmînkirin ku hêzên koalîsyonê êrîş pêk anîbe.