Li Baxozê şerekî dijwar diqewime

Piştî ku şervanên QSD’ê welatiyên sivîl rizgar kir û şûnde saet di 18:00’ê şevê de dest bi operasyona dawîkirina çeteyên DAÎŞ’ê ya li Baxozê kiribû. Niha şer li Boxzazê dijwar rû dide.

Piştî ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a di saetên şevê de li gundê Baxozê ya girêdayî bajarokê Hecîn ê Dêra Zorê dan destpêkirin û şûnde, şerekî dijwar li herêmê rû dide.

Hêzên QSD’ê saet 18:00’an dest bi operasyona dawîkirina DAÎŞ’ê ya li Boxazê kirin.

Hêzên QSD’ê 9’ê Sibatê li Baxozê dest bi operasyona rizgarkirina sivîlan kiribû. Ji wê dîrok heta niha bi hezaran sivîl hatin rizgarkirin û DAŞÎ’yên ku xwestin xwe radest bikin jî hatin derxistin.

Li ser mijarê yek ji Fermandarê QSD’ê Ednan Efrîn agahî da ANF’ê û got: “1’ê Adarê li gund ti sivîl neman e, li ser radestnebûna çeteyên DAÎŞ’ê yên mayîn şervanên me saet 18:00’an û şûnde dest bi operasyona dawîkirina çeteyan kirin.”

Bi destpêkirina operasyonê ya li herêmê re, bi bikaranîna çekên giran re şerekî dijwar diqewime.