Li Berlînê Konferansa Alîkariya Tibî ya ji bo Rojava
Nûnertiya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Berlînê, ji bo alîkariya tibî ya bi herêmê re li Berlînê konferansek lidar xist.
Nûnertiya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Berlînê, ji bo alîkariya tibî ya bi herêmê re li Berlînê konferansek lidar xist.
Li gel gelek rayedarên ji rêveberiya herêmê, her wiha gelek doktor û kesayetên li ser mijara tenduristiyê dixebitin tevlî konferansê bûn. Konferans ji aliyê Dr. Sîmon Becker ve hate birêvebirin.
Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve Abdulkerîm Omer bi rêya înternetê beşdarî konferansê bû û işaret bi gefên jiyanî yên li ser Rojava kir. Omer girîngiya alîkariya mirovî bi bîr xist.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rojava Dr. Ciwan Mistefa jî li konferansê axivî û anî ziman ku di mijara tenduristiyê de li Rojava astengî hîn jî dewam dikin. Dr. Mistefa got, "Li hemberî metirsiya jiyanî ya li ser 6 milyon mirovên li herêmê, divê em sîstemeke nû ya tenduristiyê ava bikin. Rewşa mirovên ji ber şer sirgûn bûne nayê dîtin. Li Rojava nexweşiya kolerayê bandor li zêdeyî 17 hezar kesî kir. Ne tenê şerê leşkerî tê kirin, em di heman demê de şerê tenduristiyê jî dikin."
Mistefa li gel kêmaniya alavên tenduristiyê her wiha işaret bi pirsgirêkên ji ber nebûna xebatkarên tenduristiyê kir û destnîşan kir ku divê piştî ji fakulteyên tipê yên li Rojava re bê dayin.
Dr. Basrawî Elî jî bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê û nebûna malzemeyên tibî yên li tevahiya herêma Rojava kir. Elî êrîşên Tirkiyeyê yên bi droneyan weke hilanîna tola ji Kobanê pênase kir û got, "Tola bidestnexistina Kobanê ji sivîlan hiltînin. Jiyana ku em bi rojan, bi mehan hewl didin baş bikin, ew di kêliyekê de bi droneyan qetil dikin."
Dr. Basrawî Elî qala xebatên ji bo nexweşên Diyabetê jî kir û got, "Em dermanên diyabetê ji fîrmayên li rêveberiya xweser a Rojava peyda dikin jî têrê nakin. Her ku nexweş zêde dibin pêwîstî jî zêde dibe, lewma di mijara alavên tibî de kêmasî hene."
Ji Zanîngeha Rojava Abeer Hassaf li ser perwerdeya tipê ya li Rojava agahî da û got, "Di perwerdeyên tipê de ku di sala 6'an de dewam dikin, heta niha 330 xwendekarên me çêbûn. Piştî ku 6 salan perwerdeyê werdigirin, weke doktorê giştî mezûn dibin, di heman demê de perwerdeyên doktorên ku pisporiyê hildibijêrin jî dewam dikin." Hassaf destnîşan kir ku divê piştgirî ji fakulteyên wan re bê dayin.
Antropolog Şermîn Guven jî li konferansê got, "Li nexweşxaneyan pirsgirêkên av û elektrîkê hene" û destnîşan kir ku têkildarî nexweşiya Kolerayê ya dema dawî zêde bûye divê karekî berfireh bê kirin.