Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 kesên din ji ber vîrûsa koronayê mirin
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 kesên din ên bi vîrûsa koronayê ketin jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku 37 kesên din bi vîrûsê ketine.
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 kesên din ên bi vîrûsa koronayê ketin jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku 37 kesên din bi vîrûsê ketine.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mistefa diyar kir ku 2 kesên bi vîrusa koronayê mirin, herdu jî mêr in, yek ji Hesekê û yek jî ji Girkê Legê ye.
Mistefa destnîşan kir ku 37 kesên din bi vîrusa koronayê ketine.
Bi daneyên dawî re hejmara nexweşên vîrûsa koronayê li herêmê gihaşt du hezar û 351 kesan, jê 79 kes mirine û 571 kes baş bûne.