Li Amûdê jinan êrîş û tecrîd şermezar kir

Li bajarê Amûdê yê Rojava bi hezaran jin li hev civiyan, tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li dijî Bakurê Sûriyeyê protesto kirin.

Bi pêşengiya Kongreya Star û Tevgera Kevana Zêrîn bi sedan jin li hev civiyan û bi dirûşmeya ‘Gelî jinan, ji bo Efrînê serî hildin’ meşiyan. Jin li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Hûrî li hev kom bûn û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakurê Sûriye û tecrîda giran a li dijî Ocalan protesto kirin.

Xwepêşandêran posterên Ocalan û pankartên bi nivîsên wekî "Bi îradeya jinên azad dagirkeriya Tirk wê were şikandin", "Gelî jinan, ji bo rizgarkirina Efrînê serî hildin", "Bi hêza jinên birêxistinkirî em dijmin hilweşînin û azadiyê pêk bînin", "Em sond dixwin ku em ê pergala Îmraliyê hilweşînin û Rêber Apo rizgar bikin" hildan û heta Qada Jina Azad meşiyan.

Di meşê de bê navber dirûşmeyên ji bo azadiya Ocalan û şermezarkirian êrîşên dewleta Tirk hatin berzkirin.

Li Qada Jina Azad meş veguherî mîtîngê û Endama Tevgera Kevana Zêrîn Ahîn Mihemed daxuyaniya çapemeniyê xwend.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ev çend sal in li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdek girankirî heye. Daxuyanî wiha didome; “Em, jin tu carî vê siyaseta desthilatdaran qebûl nakin. Şoreşa Rojava bi saya fikra Ocalan bi ser dikeve. Şoreşa jinan bûye nimûneya jiyana azad a azadîxwaz û demokrasîxwazan.

Hikumeta AKP'ê di van demê dawî de êrîşên xwe li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê zêde kirine û bi van êrîşên xwe hewl dide projeya neteweya demokratîk li Rojava têk bibe, her wiha nirxên ku bi saya hevgirtina pêkhateyên herêmê hatine parastin, têk bibe.”

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku gelê Rojava bi pêşengiya jinan xwe bi rêxistin kiriye û pêdiviya wan bi dewletên derve tune ye û daxuyanî wiha didome: "Em jin, em ê çanda neteweya demokratîk li hemberî hemû êrîşên faşîst ava bikin. Azadkirina Ocalan û pêkanîna aramiyê rêbaza tekane ye û bi pêşengiya jinan dagirkerî wê were hilweşandin."

Piştî daxuyaniyê komên girêdayî Tevgera Kevana Zêrîn derketin ser dikê.

Mîtîng bi dirûşmeyên dilsoziya bi berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê bi dawî bû.