Li Amûdê 1'ê Gulanê hate pîrozkirin

Îro bi sedan şêniyên bajarê Amûdê daketin qadan û 1'ê Gulanê, cejna karkeran bi merasîmekê pîroz kirin. 

Merasîm bi deqeyeke rêz girtin dest pê kir, piştre li ser navê Yekîtiya Kedkarên Bajarê Amûdê Rosîm Saido axivî û cejna hemû kedkaran pîroz kir. Saîdo got,"Divê em xwedî li keda karkerên xwe derkevin û em moral bidin wan".

Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Saîda Hesen axivî û got, "Îro roja kedkaran e, lê mixabin heta vê rojê jî gelek karker dixebitin û wateya vê rojê nizanin".

Li ser navê Kongra Star ya bajarê Amûdê Nisrîn Paşo jî got, ''Karker jî beşek ji avakirina civakek polotîk in û heya ji me bê em ê bi wan re alîkar bin".