Li Şêrewa û Qamişloyê tecrîd hate protestokirin

Li Şêrewayê bi meşekê komploya navnetewî hate protestokirin û li Qamişloyê jî Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan ji bo bidawî anîna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bang li CPT’î yê kirin ku bikevin tevgerê.

Li Şêrewaya Efrînên ciwanên ku meşek girseyî lidar xistîn, komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar kirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê di çarçoveya pêngava "Em ê teqez bi serkevin" de, di meşa girseyî ya ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li dar xist de, pankartên bi nivîsên "Em ê teqez bi serkevin”, “Serî hilde, têkbikoşe, azad bibe,” vekirin û al rakirin.

Meşa ji gundê Aqîbe destpê kir di nava kolanên gund re geriya û li gundê Ziyaretê bi dawî bû.

Ciwanan dirûşmeyên şeremzarkirina komployê û banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berz kirin.

Meş li qada gundê Ziyaretê veguherî mîtîngê. Piştî deqeya rêzgirtin, endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya kantona Efrînê Reşîd Efrîn komplo şermezar kir û got: "Em baş dizanin ku bi dehan hezkiriyên Rêber Apo piştî komployê agir berdan bedena xwe. Ev yek asta girêdana gel û ciwanan bi Rêber Apo ve û îsrara têkoşînê ya ji bo azadiya wî diyar dike."

Reşîd destnîşan kir ku gel serî ji hêzên komploger re netewand û komplo vala derxistin û diyar kir: "Rêber Apo dizanî çawa gel perwerde bike û zanebûn û îradeyê bide. Bi vê yekê gel têkoşîna ku rêbertî dabû destpêkirin, dewamd."

Reşîd Efrîn bang li gel kir ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan serî hildin.

Di dawiya mîtîngê de diruşmeyên silavkirina berxwedana rêbertî û banga azadiya wî hatin berzkirin.

LI QAMIŞLOYÊ JÎ BANG LI CPT’IYÊ HATE KIRIN KU BIKEVIN TEVGERÊ

Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Sûriyê têkildarî tecrîd û komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da.

Daxuyanî bi amadebûna çalakvanên hiqûqî, endamên Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan li ber avahiya Meclisa Edaleta Civakî ya li bajarê Qamişlo hate xwendin.

Endama navendê parêzer Xedîca Îbrahîm daxuyanî xwend û got: "Jinên Kurd dikarîn hebûna xwe û hêza xwe ya siyasî, leşkerî û rêveberî îspat bikin. Ev hemû bi saya fikir û felsefeya ronakbîr û fîlozof birêz Rêber Abdullah Ocalan e. Rêbertî dît ku rastiya jina azad, rastiya sereke ya jiyana civakî ye. Li ser vê bingehê û ji bo derxistina vê rastiyê têkoşînê û destek da jinan ji bo ku di qada siyasî, civakî û leşkerî de cihê xwe bigire. Her wiha mafên jinan da wan û teqez kir ku divê jin xwediyê xwe be û bikaribe xwe û civaka xwe birêve bibe.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jinên ku xwedî li fikir û felsefeya Ocalan derketin, hebûna xwe ji cîhanê re îspat kirin û bûn mînak. Ocalan kesê yekemîn bû ku analîzên berfireh û kûr di derbarê doza jinên Kurdî, şêwazî têkilî û jiyanê de pêşkêş kir. Her wiha şoreşa azadiya jinan wekî çalakiyeke felsefî û hêmaneke bingehî ku jinan bigihîne ewlehiyê girt dest.

Ji ber ku em bi berhemên birêz Ocalan û keda wî ya bi giştî ji bo mirovahiyê û bi taybet jinan daye bawer in, em di salvegera 23'yan a komploya navneteweyî ya li dijî wî de piştgiriya xwe ji bo wî nîşan didin. Birêz Ocalan di felsefeya xwe ya neteweya demokratîk de banga jiyana aştiyane ya di navbera netew, ol û hemû etnîkan de kir. Li ser vê em tecrîda girankirî ya ku ji sala 2011'an ve li ser wî hatiye ferzkirin şermezar dikin û dewleta Tirk berpirsyarê ewlehî û tenduristiya wî dibînin. Ev tecrîd li dijî qanûn û peymanên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan e, bi taybet li dijî rêgezên girtiyan.

Li gorî wê: Mafên her girtiyekî ye ku têkilî bi cîhana derve (Malbat, heval û parêzer) re bike.

Girtî divê di girtîgeheke nêzî mala wî de be.

Her wiha li gorî van rêgezan:

Divê girtîgeh li hawirdoreke bi ewle be ji bo kesên ku lê dijîn.

Nabe girtî li ser tenduristiya xwe ya fîzîkî bi fikar be.

Her wiha li gorî ragihandina cîhanê ya mafên mirovan:

Hemû kesên ku ji azadiyê xwe bêpar mane, di her demê de, divê nêzîkatiyên bi mirovî li hemberî wan bê kirin û rêz ji rûmeta wan re bê girtin. Nabe werin êşkencekirin an cezayên giran li wan were birîn û heqaret li wan were kirin.

Li ser vê yekê em bang li rêxistinên hiqûqî û navneteweyî, bi taybetî Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dikin ku erk û berpirsyartiyên xwe li hemberî îşkenceya fikirî, derûnî û bedenî ya li dijî Birêz Abdullah Ocalan pêk bînin. Her wiha em bang li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT), dikin ku fişarê li dewleta Tirk a dagirker bike ku tedbîrên tecrîda plankirî bi dawî bike û rewşa Ocalan eşkere bike û bihêle ku malbat û parêzer serdana wî bike."