Li Şera û Şêrawayê bombardûmana giran
Dewleta Tirk a dagirker bombardûmaneke giran li ser navçeyên Şera û Şêrawayê kir. Her wiha balafirên keşfê li ser herêmê difirin.
Dewleta Tirk a dagirker bombardûmaneke giran li ser navçeyên Şera û Şêrawayê kir. Her wiha balafirên keşfê li ser herêmê difirin.
Li gorî dema herêmî, saet di 08:00 de gundên Meranaz, Malkiye, Şiwarqa û Keleha Şiwarqa yên navçeya Şerayê û gundên Soxanekê, Bene, Kûlit û Meyas ên navçeya Şêrawayê ji aliyê hêzên Tirk ên dagirker ve hatin bombekirin.
Di heman demê de balafirên keşfê li ser kantonên Efrîn û Şehbayê digerin.