Li Şehbayê komploya navneteweyî bi meşekê hat şermezarkirin

Li Şehbayê bi meşek girseyî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hat şermezarkirin.

Li Şehbayê bi meşek girseyî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hat şermezarkirin. Bi hezaran şêniyên Efrîn, Şehba û hemû pêkhateyên herêmê tev li meşê bûn. Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK’ê, Kongra Star, Saziya Malbatên Şehîdan û Tevgerên Ciwanan hatin hildan. Girseya meşê bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.

Meş li ber dibistana Mûşat a Fafînê dest pê kir û heta dibistana ajotinê ya Fafînê berdewam kir. Li vir ji bo giyanê şehîdan rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê Rêvebira Kongra Star a Kantona Efrîn û Şehbayê Necah Hisên û Rêvebira Yekitiya Jinên Êzidî Suad Hiso axivîn. Axaftvanan şehîdên têkoşînê bi bîr anîn û komploya navneteweyî şermezar kirin.

Rêvebera Kongra Star a Kantona Efrîn û Şehbayê Necah Hisên anî ziman ku ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo tevahî gelên bindest mîsogeriya jiyaneke azad e.

‘ÊRÎŞÊN LI SER HERÊMÊ BERDEWAMIYA KOMPLOYA 9’Ê COTMEHÊ YE’

Hisên bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û got: “Êrîşên li ser herêmê berdewamiya Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ye. Em ê weke şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî hemû planan rawestin. Em ê têkoşînê xurt bikin û azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe mîsoger bikin.”

‘HETA AZADIYA RÊBER APO EM Ê DI NAVA TÊKOŞÎNÊ DE BIN’

Rêvebera Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava Sûad Hiso jî bal kişand ser fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di ronîkirina rêya civaka Êzidî û got: "Wekî civaka Êzidî ya li Şehbayê em ê têkoşîna li dijî dagirkeriyê berdewam bikin, heta herêmên dagirkirî rizgar bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin em ê di nava têkoşîn û berxwedanê de bin.”

Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.