Li Şehbayê çalakiya konvedanê didome

Çalakiya konvedanê ya bi armanca şermezarkirina salvgera Kompeleya 9`ê Cotmehê li Şehbayê hatibû lidarxistin, di roja duyemîn de didome.

Di çarçoveya çalakiyên şermezarkirina Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmeha 1998’an dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin de, li Kantona Şehbayê çalakiya konvedanê di roja duyemîn dewam dike.

Çalakî li Qada Ajokaran a navçeya Fafînê bi beşdariya bi sedan xelkê Şehbayê û koçberên Efrînê dewam dike. Di roja duyemîn de jî rêvber, endamên Kongra Star, Meclîsa Edaletê, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Desteya Çand û Hunerê, Tevgera Çand û Hunerê, rûspî û oldarên herêmê beşdar bûne.

Di çalakiya ku bi dirûşmeya "Dîwarê Îmraliyê hilweşînin, cenga azadiyê ser bixin" hatiye organîzekirin de, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine hildan û dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” hat berzkirin.

Di çarçoveya çalakiyê de ji aliyê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Dicle Mamo û aliyê endamê Rûspiyên herêma Şehbayê Welîd Hemede ve daxuyaniyek hate xwendin.

Di daxuyaniyê de Kompleya 9`ê Cotmehê hat şermezarkirin û hat derstnîşankirin ku ji dema dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve dewleta Tirk a dagirker tevahî cureyên îşkenceya derûnî û bedenî li dijî wî dimeşîn û hewl dide vîna wî bişikîne, lê dîsa jî bi ser nakeve.

Di dewama daxuyaniyê de bal li ser têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a dijî pergala îşkenceyê ya Îmraliyê jî hat kişandin û hat gotin: “Ne tenê gelê Kurd lê belê tevahî pêkhate û gel divê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têbikoşin û li ber xwe bidin. Heta Rêbertî azad nebe, têkoşîn ranaweste. Ji ber ku beyî wî aştî li cîhanê pêk nayê.”

Piştî daxuyaniyê li qeydên deng ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate guhdarîkirin.

Li gorî komîteya amadekar a çalakiyê, dê di nava çalakiyê de çalakiyên hunerî jî bên lidarxistin û helbest werin xwendin.

Çalakiya konvedanê wê sibê bi meşekî girseyî bi dawî bibe.