Ji ber salvegera 22'an a komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera 1'emîn a dagirkeriya dewleta Tirk a li Serêkaniyê û Girê Spî, li bajarokê Fafînê yê Şehbayê meşeke girseyî pêk hat.
Bi hezaran kesî bi vê armancê dest bi meşê kirin û heta dibistana ajokariyê meşiyan.
Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa "Bi ruhê berxwedana gelan em ê komploya navneteweyî têk bibin", "Jiyana azad a bi Rêber Apo re", "Dem dema azadiyê ye, dema têkbirina komploya 9'ê Cotmehê ye", "Bes e ji dagirkeriyê re, dem dema parastina şoreşê ye", "komploya navneteweyî li dijî Rêber Apo komployeke li dijî vîna gelan a demokratîk e" hatin hildan.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, endama Konseya Rêveber a PYD'ê Hediye Yûsif, ji nûneriya rêveberiya xwer a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Silêman Cafer û endama Meclîsa Jinên Şehbayê Rûweyîde Îbrahîm axivîn.
Qisekeran bêdengiya navdewletî şermezar kirin û diyar kirin ku heta azadiya Kurdistanê wê li ber xwe bidin.
Ji beşdarên çalakiyê Henan Îsmaîl jî bêdengiya navneteweyî ya li pêşberî kiryarên qirker û dagirker ên dewleta Tirk şermezar kir.
Di çalakiyê de Guneyî Hesûn axivî û got, "Em weke jinên Efrînê em ê her tim li Şehbayê li ber xwe bidin ji ber ku kilîta vegera Efrînê Şehba ye."