Li Şehbayê artêşa Tirk derbeke mezin xwar: 2 mirî, 12 birîndar

Şervanên Ceyş El Suwar û Cephet El Ekrad derbeke mezin li artêşa Tirk û çeteyên wê dan. Di şer de 2 çete hatin kuştin, 12 çete jî birîndar bûn.

Şervanên Ceyş El Suwar û Cephet El Ekradê bersiv dan êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê û derbên giran li artêşa Tirk û çeteyên wan dan.

Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên leşkerî wergirtin  li gundê Tîwesê yê li rojhilatê Merayê şervanên Ceyş El Suwar û Cephet El Ekrad qereqoleke Tirkan kirin hedef û li vê derê 2 çete kuştin, 12 çete jî birîndar kirin.

Şervanên Ceyş El Suwar û Cephet El Ekradê li bakurê rojhilatê gundê Bab Şexaqil li dijî baregeha Tirkan çalakiyek li dar xistin û derbên giran li çeteyan dan.

Di vî şerî de hejmara çeteyên mirî û birîndar nehatin zelalkirin û hat ragihandin ku 5 ambûlans ji bajarê Raîyê derbasî Kîlîsê bûn.

Hat hînbûn ku Artêşa Tirk a dagirker bi tankên ku li gundê Yazibagê yê Kilîsê bi cih kiriye, gundê Dîkmetaş ê Şera ya Efrînê bomberdûman dike. Çavkaniyên leşkerî diyar kirin ku êrîşa bi tankan didome.

Artêşa Tirk û çeteyên wê ya ku hewl didin Efrînê dagir bikin, êrîşên xwe yên li dijî Cindirês, Raco û Bilbilê zêdetir kirine.