Li Şehba û Kobanê şehîdên serhildanê hatin bibîranîn

Li Şehba û Kobanê şehîdên Serhildana Qamişloyê hatin bibîranîn.

Bi hezaran kesên li Kampa Berxwedana a navçeya Ehdas a Efrînê hatin ba hev, şehîdên serhildana 12’ê Adarê bibîr anîn.

Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa ‘Êrîşa 12’ê Adarê ya li ser gelê me hate kirin şermezar dikin’ hate vekirin ev tişt hate gotin: “Em Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê diyar dikin ku qetlîama Serhildana Qamişlo ya 12’ê Adara 2004’an bû bingehê Şoreşa 19’ê Tîrmehê.”

KOBANÊ

Bi sedan kesên ku ji rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî pêk dihatin li Stada Kaniya Kobanê ya li Kobanê hatin gel hev şehîdên 12’ê Adarê bibîr anîn.

Di çalakiyê de daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hişmendiya dewletê hate lenetkirin û dîsa rêveberiya dewleta Sûriye ya ku Kurdan li Sûriyeyê tin dihesibînin jî hate şermezarkirin.

Çalakî bi dirûşma ‘Bijî Berxwedana Serhildana 12’ê Adarê’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.