Li Şedadê cenazeyê du şehîdan hate veşartin

Welatiyên Şedadê cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Ehmed Ebdulmecîd û cenazeyê şervanê QSD’ê Selman El-Mihemed bi merasîmekê li goristana şehîdan a navçeyê veşartin.

Bi sedan welatiyên navçeya Şedadê ya bajarê Hesekê cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Ehmed Ebdulmecîd û cenazeyê şervanê QSD’ê Selman El-Mihemed ku dema bi erka xwe radibûn şehîd bûbûn ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajar wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana navçeyê ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hat girtin û piştre merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre fermandarê QSD’ê Amir El-Zewbei axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

El-zewbei got wê  QSD hemî herêmên ku çeteyen bi armanca talankirinê dagirkiribûn rizgar bikin û armancên şehîdan bighînin serî.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Seher El-Ehmed û fermandarê Hêzên Asayîşê Xelîl Şedadê jî axivîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.