Li Şamê lîstika hilbijartinê ya Esad dest pê kir

Li qadên bi kontrola Şamê Beşar Esed ji bo ku cara çaran bibe serok diçe hilbijartinê.

Ji bo hilbijartina seroktiyê li qadên bi kontrola Şamê bûroyên hilbijartinê hatin vekirin. Li gorî hikûmetê hilbijartin nîşan dide ku li Sûriyê hatiye ser hemdê xwe.

Lê Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî hilbijartinê nabe. Civaka navnetewî jî diyar dike armanca hilbijartinê ew e ku serweriya Beşar Esed were pejirandin.

Wezîrên Karê Derve yên DYE, Elmanya, Brîtanya, Fransa û Italyayê daxuyaniyeke hevpar dan û bang li civaka navnetewî kir ku hilbijartinê red bikin. Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Em bang li civaka giştî ya navnetewî dikin, bêyî ku binpêkirinên giran ên mafên mirovan ê rejîma Esad were sekinandin an jî bêyî ku tevlî pêvajoya siyasî bibe ku NY'yê ji bo ku dawî li şer bîne hêsan kiriye, hewldana mewabûnê bi teqezî red bikin.''

Wezîrên welatên navborî gotin ev hilbijartin, ''ne azad û ne jî dadmend in''.

Meclîsa Sûriyê ya Demokratîk 24'ê Gulanê daxuyaniyeke niviskî da û got ''Meclisa Sûriya Demokratîk gelek caran ragihand ku hilbijartinên armancên gelê Sûriyê pêk naynin û maf û hebûna wan a siyasî temsîl nakin, wan têkildar nakin û dê rê nede xebatên hibijartinan ên li dijî biryara navneteweyî ya 2254’an.''

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: ''Em MSD teqez dikin ku em ê nebin parçeyekî hilbijartinên serokatiyê û em beşdar nabin. Helwesta me nayê guhertin. Beriya dîtina çareseriyeke siyasî li gorî biryarên navneteweyî, berdana girtiyan, vegera penaberan, danîna bingehên nû yên siyasî yên dûrî zordariyê û serweriya hêzeke siyasî ya bi tenê û di atmosfereke demokratîk de ku mafên hemû pêkhateyên Sûriyê dipejirîne û wekheviyê bêyî cudakarî û dûrxistin pêk tîne, dê tu hilbijartin tune bin.”