Tola Efrînê li Îdlibê tê hilanîn: 5 çete hatin kuştin

Şervanên Odeya Xezeba Zeytûnê li herêma Etme ya Îdlibê li çeteyên dewleta Tirk dan. Di çalakiyê de 5 çeteyên Feyleq El Şam hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn. Depoya cebilxaneyan a çeteyan jî hate teqandin.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê daxuyaniyeke nivîskî weşand û li ser çalakiya li Îdlibê agahî da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hêzên wan 16'ê Tîrmehê li dijî çeteyên Feyleq El-Şam li herêma Etme ya parêzgeha Îdlibê çalakî pêk anîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di encama çalakiyê de depoya cebilxaneyê û kargeha boyaxê hatin teqandin û 5 çete hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn. Her wiha gelek zerarên madî çêbûn.

'KESÊN DESTÊ WAN DI DAGIRKIRINA EFRÎNÊ DE NE WÊ HESABEKÎ MEZIN BIDIN'

Di dawiya daxuyaniyê de ev hişyarî hate dayin:

"Em tekez dikin ku her kesê ku destê wan di dagirkirina Efrînê de heye, wê hesabên mezin ji wan were xwestin. Dewleta Tirk a dagirker nikare wan biparêze. Pêwîst e ji Efrînê derkevin. Hetanî ku gelê Efrînê koçberî be, wê yek ji çeteyan di malê xwe de rehet nemîne. Em li hemû deverên ku zilm û zordarî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li ser gelê me tê meşandin em li wê derê ne. Ji ber vê yekê jî em soz didin her kesê ku destê wan di dagirkeriya Efrînê de heye û mal û milkên gel talan kirin û heqaret li gel kirin, wê hesabên giran ji wan werin xwestin. Wekî ku me soz da we, tiştên tên girantir in. Efrîn, sebir bike, tolhildan tê."