Li Îdlibê teqîn: 2 çete mirin
Li Îdlibê ya ku çeteyên dewleta Tirk piştgiriya wan dike teqînek çêbû û di teqînê de 2 çete mirin.
Li Îdlibê ya ku çeteyên dewleta Tirk piştgiriya wan dike teqînek çêbû û di teqînê de 2 çete mirin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin vê êvarê seat derdora 19:30’an li beramberî avahiya şaredariya gundê Til Melîs teqînek çêbû.
Diyar bû teqîn bi motosîkleta ku bombe lê hatibû pêçan pêkhatiye û 2 çete mirine û birîndar jî hene. Têkildarî teqînê agahiyên berfirehtir nehatin bidestxistin.