Li Îdlîbê li mala bazirganê çekan teqînek pêk hat

Li bajarê Îdlîbê yê Sûriyeyê di depoya cebilxaneyê de teqînek pêk hat û 12 jê zarok 39 kes mirin û herî kêm 45 kes birîndar bûn. Rayedaran diyar kirin ku gelek kes jî winda ne.

Li bajarê Îdlîbê yê Sûriyeyê di cebilxaneyekê de teqînek pêk hat. Di teqînê de 12 jê zarok herî kêm 39 kes mirin. Di teqînê de 45 kes jî birîndar bûn.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku sedema teqînê nehatiye zanîn.

Ji bo xebatên lêgerîn û rizgarkirinê leşker ji herêmê re hate şandin. Tê diyarkirin ku ekîb ji bo rakirina enkazan bûldozerê bi kar tîne.

Dîrektorê Saziya Çavdêriyê yê Mafê Mirovan a Sûriyeyê Ramî Abdel Rahman diyar kir ku teqîn li mala bazirganekî çekan pêk hatiye. Rahman diyar kir ku ev kes endamê çeteyê Tahrîr El Şam e.

Hate diyarkirin ku kesên jiyana xwe ji dest dane, ji malbata endamên çeteyan e.