Li Çiyayê Qereçoxê meşa ji bo 4’ê Nîsanê

Bi sedan kesên ji Dêrik û Koçeratê tevlî meşa li Çiyayê Qereçoxê ya 4’ê Nîsanê bûn.

Komîteya Aboriyê ya Jinan a Qamişloyê li Çiyayê Qereçoxê ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xist.

Bi sedan kesên ji Dêrik û Koçeratê tevlî meşê bûn.

Meşvanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û bi sloganên ‘Azadî ji Rêber Ocalan re’ berz kirin.

Meşê li gundê Qereçoxê dest pê kir û heta Çiyayê Qereçoxê domiya. Li Çiyayê Qereçoxê sînevîzyona li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nîşandan.

Piştî meşê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi govendê hate pîrozkirin.