Endamên saziyên sivîl, meclis û gundan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, nûnerên partiyên siyasî, hêzên leşkerî û endamên Kongra Star, şêniyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişloyê cenazeyên endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ezîz Ebdo û Feyad El Hedmûl li goristana Şehîdan a navçeyê pêşwazî kirin û bi merasîmekê veşartin.
Di merasîm de wêneyên 29 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin hildan ku ên ku 8′ê Cotmehê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî Akademiya Têkoşîna Dijî Hişbir a li Dêrikê şehîd bûbûn.
Merasîmê şehîd Ezîz Ebdo li Goristana Şehîd Dijwar a li bajarê Hesekê û yê şehîd Feyad El Hedmol li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişloyê hatin lidarxistin.
TI KOÇER
Ji bo şehîd Mihemed El Eswed, Yezen El Kiço, Ebdulezîz Osman û Mihemed Xalid merasîmekî navendî li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hat lidarxistin û cenazeyên wan ber bi navçeya Til Koçerê ve hatin birin.
Li Til Koçerê cenazeyên her sê şehîdan bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re hatin pêşwazîkrin û li Goristana Şehîd Igab El Eswed hatin veşartin.
TIRBESPIYÊ
Piştî bidawîbûna merasîmê navendê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik û Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişloyê, pêkhateyên navçeya Tirbespiyê cenazeyên şehîd Mihemed El Wero ê ji Tirbespiyê û Ebdulwahid El Ehmed ê ji navçeya Çilaxa pêşwazîkirin û li Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugurê yê navçeyê veşartin.