Leşkerên Tirk welatiyekî ji Serêkaniyê qetil kir

Welatiyê bi navê Mesûd Naso yê ku dixwest ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bibe, ji aliyê leşkerên Tirk ve hat qetilkirin.

Şevêdin welatiyê bi navê Mesûd Naso yê ku dixwest biçe Tirkiyeyê, li nêzî gundê Aliyê yê Dirbêsiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat qetilkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) Naso yê ku li ser sînorê Tirkiyeyê hatibû girtin, rastî tundiya leşkeran hat. Di nûçeyê de hate gotin ku Naso ji aliyê leşkeran ve hatiye qetilkirin û li ser sînorê Rojava hatiye hiştin. Hat zanîn ku Naso ji Serêkaniyê ye.