Leşkerên Tirk ên dagirker vê carê li Şerawa sivîl kuştin
Leşkerên artêşa Tirk a dagirker vê carê êrîş birin ser gundê Cilbire yê Şerawa. Li gorî agahiyên destpêkê 2 sivîl şehîd bûn, sivîlek jî bi giranî birîndar bû.
Leşkerên artêşa Tirk a dagirker vê carê êrîş birin ser gundê Cilbire yê Şerawa. Li gorî agahiyên destpêkê 2 sivîl şehîd bûn, sivîlek jî bi giranî birîndar bû.
Artêşa Tirk a dagirker ku li pêşberî berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê derbên giran li ser hev dixwe, êrîşî sivîlan dike.
Artêşa Tirk bombe li gundê Cilbire yê navçeya Şerawa ya Efrînê barandin û 2 sivîlên din kuştin. Kesek jî bi giranî birîndar bû.
Çavkaniyên herêmî dibêjin, dibe ku di binê xirbeyan de hin sivîlên din jî hebin.
Li gundê Edamê yê herêma Racoyê jî ji ber topbarana artêşa Tirk a li dijî sivîlan, keçeke biçûk şehîd bûbû.
Di êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker de 2 jê zarok 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Hejmara sivîlên birîndar jî bû 15.