BI DÎMEN

Leşkerên Tirk 2 ciwanên Ereb revand, fîdye xwest, êşkence kir

Artêşa Tirk a dagirker li gundekî navçeya Şera ya Efrînê 2 ciwanên Ereb revand û êşkenceyeke hovane li wan kir.

Di dîmenan de yên li ser tora dîjîtal hatin weşandin, hate ragihandin ku 2 ciwan li gundê Dêr Sewanê hatin revandin.

Di dîmen de tê dîtin ku leşkerekî Tirk ê rûyê wî bi maske, êşkence li ciwanan dike û pere dixwaze.

Di dîmen de dibêje, "Tu yê nede! Tu yê bide yan nede? Biaxive, tu yê bide yan nede, saetekê, dema saeteke din pere hat ez ê ji we werbigirim."

Di dîmen de tê fêhmkirin ku ciwanên Ereb bi zimanê xwe dibêjin ku wê ji malbatên xwe pere bixwazin.