Leşkerên Tirk 2 ciwan bi êşkenceyê qetil kirin
Leşkerên Tirk 2 ciwanên ji Rojava bi êşkenceyê qetil kirin.
Leşkerên Tirk 2 ciwanên ji Rojava bi êşkenceyê qetil kirin.
Li nêzî gundê Qermane yê Dirbêsiyê nasnameya du xortên bi êşkenceyê hatibûn qetilkirin, hate tespîtkirin. Hate diyarkirin ku ciwanê bi navê Adil El Bekir (21) û Taha El Mihemed (21) bi êşkenceyê hatine qetilkirin.
Gel duh cenazeyê Adil Mihemed El Bedir wergirt û bir Nexweşxaneya Şehîd Xebat. Ji ber ku gel bû hedefa leşkeran, gel nekarî cenazeyê din werbigire.
Gel îro jî cenazeyê Taha El Mihemed wergirt û bir nexweşxaneyê.
Hate diyarkirin her du ciwan 48 saet berê bi êşkenceyê hatine qetilkirin.