Koûchner: Têkçûna terorê li Kobanê destpê kir

Wezîrê Karê Derve yê berê yê Fransa Bernard Koûchner ê tevlî pîrozbahiya serketina QSD’ê ya li dijî DAÎŞ’ê bû got: “Têkçûna DAÎŞ’ê li vî bajarî, Kobanê destpê kir. Têkoşîna bi terorê re hê bi dawî nebûye. Heta ev krîz bidawî bibe li gel we ne.”

Bi beşdarbûna kesayetên siyasî, leşkerî, heyete ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û heyetek ji Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAÎŞ‘ê, serkeftina QSD‘ê û têkçûna DAÎŞ’ê şahiyekê li bajarê Kobanê hate pîrozkirin. Şahî li Hola Newroz hate lidarxistin û bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.

Li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebd Hamid El-Mihbaş axivî û got: "Berdêlê azadî û tinekirina DAÎŞ’ê pir giran e, me 11 hezar şehîd û 21 hezar birîndar dan. Gelek cejn û munasebet hene, lê tama serkeftina li dijî terorê cuda bû, ji ber ku serkeftina herî mezin bû."

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî jî anî ziman ku ev serkeftin bingeha xwe ji keda şehîdan û hevgirtina gelên herêmê digire ku bi hemû rêbazan li eniyên pêş ên şer li ber xwe dan û serkeftin qezenc kirin.

EBDÎ: BI KEDA HEVPAR DAÎŞ TÊK ÇÛ

Ebdî her wiha rola pêşmergeyên ji Başûrê Kurdistanê hatin û şervanên enternasyonalîst di şerê li djiî çeteyan de destnîşan kir û got, "Bi keda hevpar DAIŞ tine bû."

Mezlûm Ebdî her wiha anî ziman ku rêveberiya sivîl û leşkerî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade ye bi Tirkiyê re diyalogan bike, bi şerê ku Tirkiyê ji Efrîn û hemû herêmên Bakurê Sûriyê yên ku dagir kirine derkeve dest ji gefên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê berde.

Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî bang li hêzên niştimanî yên Sûriyê kir ku piştî têkçûna DAÎŞ’ê pêvajoya aştiyê destpê bikin û got, heger êrîş li dijî ewlehiya Sûriyê were kirin ew ê mafê parastina rewa pêk bînin.

KOÛCHNER: DAÎŞ LI VIR, KOBANÊ TÊK ÇÛ

Wezîrê Karê Derve yê Fransa yê berê Bernard Koûchner di şahiyê de amade bûn û ev wiha axivî: "Hûn in ên ku şerê terora ku tevahî cîhan tehdîd dikir, kirin. Dil û çavê me li çeka we bû. Ji vî bajarê Kobanê têkçûna terorê destpê kir, şerê li dijî terorê hîna bi dawî nebûye, em ê heta dawiyê bi we re bin heta ev alozî bi dawî bibe."

Di şahiyê de hunermend Reşîd Sofî û Sefqan Orkêş stran gotin.

Şahî 3 saetan dewam kir, di dawiyê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên MeclÎsa Malbatên Şehîdan, Saziya Gaziyan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, YPJ, YPG û QSD‘ê xelat kirin.