Kongreya YCR'ê qediya

2. Kongreya YCR'ê ku bi dirûşma "Bi têkoşîna ciwanên şoreşger em Sûriyeyeke azad biafirînin" hate organîzekirin, piştî roja duyemîn qediya.

Kongre li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li Rimêlanê pêk hat û pênc sed ciwanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî bûn.

Di roja duyemîn a kongreyê de rapora li ser karê salekê hate xwendin û nirxandin. Dûre li ser rewşa siyasî, rêxistinî, kar û çalakiyan nirxandin û pêşniyar hatin kirin.

TEVGERA CIWANÊN ŞOREŞGER ÊN WELATPARÊZ ÊN SÛRIYEYÊ AVA BÛ

Paşê jî rêziknameya nû ya yekîtiyê bi Kurdî û Erebî hate xwendin û bendên wê hatin şîrovekirin. Li gorî mûdaxele û pêşniyarên beşdaran hin guhertin di rêziknameyê de hatin kirin. Yek jê jî navê YCR'ê bû. Li gorî vê yekê navê Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) bû 'Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Welatparêz ên Sûriyeyê'.

Ji bo avakirina Meclisa tevgerê dengdan pêk hat. Di encamê de 49 endam ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin hilbijartin û logoyek nû ya tevgerê hate diyarkirin.

Piştî avakirina meclisê biryar hatin standin. Ji wan;

"Der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de:

-Ji bo dawîkirina tecrîdkirina Rêber Apo û pêkhatina azadiya wî têkoşîn di her qadan de were kirin.

-Belavkirina fikr û felsefeya rêber Apo li nava ciwanên Sûriyeyê û berfirehkirina asta xebat û rêxistinbûyînê.

-Divê hemû sazî li ser bingehê felsefeya rêber Apo kar bikin.

Polîtîka

-Xwedîderketina li Rêber Apo ku nûnertiya rêveberiya siyaseta demokratîk û exlaqî dike.

-Li Kurdistan, Sûriyeyê û tevahî herêman em ê li hemberî planên dewleta Tirk a faşîzm bisekinin û planên dewletên dijmber ên ku dixwazin îradeya gelê me têk bibin û berhemên welatê me talan bikin têk bibin. Lewra divê ji bo berdewama berxwedaniyê em seferber bibin.

-Ciwan dibînin ku êrîşên li ser Bakurê Sûriyê êrîş li ser tevahî Sûriyê ye.

Rêxistinî

-Ji bo rizgarkirin û parastina welat û kesên ku destek dane û şoreşê û ji bo şehîdên leheng em ê li ber xwe bidin û ciwanan bi rêxistin bikin heya serkeftinê qezenc bikin.

-Em Şehîd Baran Mawa wekî fermandarê şoreşa Netewa Demokraîtk dibînin.

-Kongrê  şervanên YPG, YPJ û QSD‘ê yên ku gelê Sûriyê ji hemû êrîşên wekî yên DAIŞ‘ê parastin silav dikin.

-Li hemberî çanda Baas ya û gendeliya di saziyên wê de û hemberî bertîlan têkoşîn were kirin.

-Konferans li hemû herêman werin lidarxistin û meclisa rêveber were hilbijartin.

-Pêşxistina asta rêxistinkirina ciwanên di nava partiyên siyasî de.

Perwerde

-Akademiyeke ciwanan bi navê Şehîd Gerzan Efrînê li ser asta Sûriyê li bajarê Reqayê were vekirin.

-Komîteyên perwerdeyê li hemû herêman werin avakirin û rêxistinkirin û bi saziyên perwerdeyê re koordîne were kirin.

-Akademî li Tebqa û Dêrazorê werin vekirin.

Parastin:

Stratîjiya şerê gelê şorşger riya xelasî û serkeftina şoreşê ye, li ser vê yekê parastin lingê sereke yê şoreşê ye.

-Tevgera Ciwanên Welatparêz dibîne ku destkeftiyên şoreşê erka wê ye û ji mezinkirina YPG û YPJ‘ê xwe berpirsyar dibîne.

-Her endamekî tevgerê pêwîste perwerdeya leşkerî bibîne û di demê awarte de hemû endamên tevgerê di heman demê de dibin endamên parastina civaka xwe û gundê xwe.

-Divê endamên tevgerê li hemberî kiryarên xirakirinê wekî nelirêtî, zulm û hişbirî bisekinin.

Xwendekar:

-Di demeke kurt de kongreya xwendekarên apoçî were dê were lidarxistin.

-Rêxistinkirin û pêşxistina avakirina xwendekaran li tevahî Sûriyê û zanîngehên wê.

-Kongre Şehîd Hogir Kobanê wekî sembola xwendekarên şoreşger û welatparêz û fedayetiyê dibînin.

Çand, Huner û Werzîş :

 -Pêşxistin û dewlemendkirina Mîhrecana Şehîd Hogir a Çand û Hunerê.

-Birêxistinkirina hêza ciwanan di pêşxistina çand û hunerê de û pêşxistina afrînerên ciwana.

-Avakirina akademiyên mûzîk û hunerê li ser asta Sûriyê.

-Li hemberî polîtîkeyên asîmîlekirina çandî û kapîtalîzmê têkoşînkirin.

-Bi rêxistinkirina komîteyên çand û hunerê li her deverê.

-Dewlemendkirina çalakiyên werzîşê."

Axaftina dawî ya kongreyê ji aliyê Rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Welatparên Sûriyê Harûn Apoyî ve kirin. Harûn kongrê li ciwana pîroz kir ku wekî gaveke dîrokî di dîroka têkoşîna ciwanên Sûriyê de bi nav kir û bang li endamên meclisê kir ku erka xwe bi cih bînin dengê ciwanên Sûriyê bighînin qadên navdewletî.

Kongre bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ciwanên şoreşger û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.