Kongreya YCR'ê di roja xwe ya duyemîn de dewam dike

Kongreya 2’emîn a Yekîtiya Ciwanên Rojava(YCR)a li stada bajaroka Rimêlan hatibû lidarxistin bi tevlîbûna 5 hezar delegayan dom dike.

Bi dirûşmeya ”Bi têkoşîna ciwanên şoreşger em ê Sûriyeke azad û demokratîk ava bikin” duh Kongreya Duyemîn a Yekitiya Ciwanên Rojava(YCR) li stada bajaroka Rimêlan destpê kir. 5 hezar ciwan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlî kongreyê bûn.

Di roja yekemîn a kongreyê de, mevan û saziyan peymanên xwe ji bo kongreye pêşkeş kir. Her wiha axaftin hatin kirin û behsa rola ciwanan di avakirina civaka azad û exlaq de hate kirin.

Îro jî ango roja duyemîn a kongreyê li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajaroka Rimêlan dewam dike.

Raporên xebatên sê salan a YCR`ê hate xwendin. Her wiha rêzikname were xwendin û erêkirin, pilansaziya xebatê, hilbijartina meclîsa ciwanan û gotina dawî ya kongreyê, were kirin.