Kongreya Star: Em ê Rêber Ocalan azad bikin
Kongreya Star diyar kir ku ku hêzên serdest li gel komploya 9'ê Cotmehê nekariye Kurdan tasfiye bikin û destnîşan kir ku wê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bikin.
Kongreya Star diyar kir ku ku hêzên serdest li gel komploya 9'ê Cotmehê nekariye Kurdan tasfiye bikin û destnîşan kir ku wê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bikin.
Kongreya Star ji ber salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek weşand.
Daxuyaniya Kongreya Star wiha ye:
"Komploya Navdewletî ku di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li ser gelê Kurd hate kirin, ket sala xwe ya 22’yan. Di şexsê Rêber Ocalan de, dewletên metînger û hêzên navdewletî yên ku Kurdistan kirin çar parçe û gelê Kurd di bin êrişên qirkirinê de hiştin, dîsa bi Komploya Navdewletî rê li ber qirkirina tavahî gelê Kurd vekir.
Ev 22 sal e rêber Ocalan di girava Îmraliyê de di bin tecrîtedeke girankirî de ye. Dîsa gelê Kurd di bin zilmeke mezin a şoven û faşîst de ye û xaka Kurdistanê jî di bin gefên dagirkeriyê de ye. Ji bo hebûn û jiyaneke azad li ser xaka Kurdistanê hem rêber Ocalan hem jî gelê Kurd ji tekoşîn û berxwedanê gav paş de neavêtin. Gelê Kurd di pêşengiya paradîgma û berxwedana rêber Ocalan li hember neyarên sedsalan li ber xwe da û hîna jî li ber xwe dide.
Hêzên navdewletî, yên herêmî û nokeran bi Komploya Navdewletî hesap dikirin ku wê bi dîlgirtina Rêber Ocalan Tevgera Azadiyê ya gelê Kurd tasfiye bikin û gelê Kurd ji daxwazên azadiyê dûr bixin. Lê berxwedana Rêber Ocalan û gelê Kurd nehişt ku bigihêjin armancên xwe û bi serbikevin. Gelê Kurd di bin ronahî û pêşengtiya Rêber Ocalan û lehengê şoreşê de têkoşîna azadiyê her ku çu bilindtir kir. Tevgera Azadiya gelê Kurd ya ku rista wê têkoşîn û berxwedane bu tevgerek ku bi milyonan Kurd xwe lê digrin.
Wek ku tê zanîn pergala neteweya demokratîk a ku bi paradigmaya Rêber Ocalan gav bi gav li Bakur Rojhilatê Surî-Rojava tê hunandin bingehê xwe ji keda Rêber Ocalan ya 20 salî digre. Îro jin pêşengê wê paradigmayê û pargalêne. Bi wê pêşengtî, berxwedan û tekoşînê, ne tenê gelê Kurd hemu netewên ku li ser wê xakê jiyandikin pêl bi pêl ber bi riya azadiyê ve di herikin. Di cihana îro de ya ku serdestiya mêr xwe serwerdike û bê hêvîtiyê belavdike ji bo hemu mirovahî ye bu hevî û ronahî.
Em dizanan ku hêzên serdest, mêtinger û kapîtalîst ji wê rastiyê ditirsin. Ji ber ku paradigmaya rêber Ocalan di pêşengtiya jinan de pergalek wekhev, azad û demokratîk esas digre. Alternatîfa ku hemû mirovahî îro xwe lê digrin ev paradigmaye. Ji ber wê yekê li Bakur Rojhilatê Surî-Rojava ji bona ku pergala me belavbikin, hundirê wê vala bikin gelek hewldan û êrişên ku berdewamiya Komploya Navdeweletiye pêş dixin. Bi wan êrişan di serî de dixwazin darbe li pêşengtiya jin, biratiya gelan bidin û gelê Kurd bê statu bihêlin. Di roja dastpêkirina Komploya Navdewletî ya 9’ê Cotmehê de ji aliyê dewleta faşît û dagirker ya Tirk ve Sêrêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin. Dîsa qetilkirina hevreyên mê Hevrîn Xelef û Zehra Berkelan bi armanca darbe li pêşengtiya jin xistin pêşket. Ji ber ku yên pergal, xeta azadî wekheviyê diparezin jinên pêşeng in.
Em dizanan ku hem dewletên navneteweyî, hem yên herêmî ku ev sed sal in Kurdistan di bin dagirkeriyê de hiştine û nokerên ku ev komplo bi hev re plan kirine, îro dîsa mil dane hevdu û dixwazin komployê bi qirkirin û bê statu hiştina Kurdan bi dawî bikin.
Lê em ê bi têkoşîn û berxwedana xwe rê nedin ku dagirkerên metinger bi ser bikevin. Em ê bi bilindkirina têkoşîna xwe Komploya Navdewletî têk bibin, rêber Ocalan azad bikin û statuya gelê Kurd mîsoger bikin.
Bi wê mebestê em hêzen ku Komploya Navdewletî plan kiriye û xistiye meriyetê û hemû hêzên ku bûne hevkar, şermezar dikin û soza bilindkirina têkoşîn û azadkirina rêber Abdullah Ocalan didin."